Merhaba Misafir

Taybetiyên vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê

PDF

Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.

Yayınlandığı Kaynak : Mukaddime
  • Yıl : 2018
  • DOI : 10.19059/mukaddime.350637
  • Cilt : 9
  • ISSN : 1309-6087
  • Sayı : 1
  • Sayfa Aralığı : 133-150
  • IO Kayıt No : 75596
  • Yayıncı : Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları