Merhaba Misafir

Bîbliyografyaya Melayê Cizîrî

PDF

Dîwana Melayê Cizîrî di nav edebiyata kurdî de yek ji navdartirîn û berbelavtirîn behemên edebî ye. Ji ber vê yekê jî gelek destnivîs, çap, şerh û wergerên wê hene. Herwiha derheqê Mela û Dîwana wî de vê dawiyê gelek xebatên lêkolînî jî hatine kirin. Mirov dikare bibêje ku di edebiyata kurdî de ji aliyê bîbliyografya û lîteraturê ve Melayê Cizîrî û Dîwana wî di asteke gelekî bilind de ye. Ev nivîsar jî li ser Melayê Cizîrî û Dîwana wî xebateke bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê, di çarçoveya zanista bîblîyografyayê de tesbîtkirin, berhevkirin û nasandina xebatên têkildarî Melayê Cizîrî ne. Rabirdûya xebatên li ser Melayê Cizîrî, nasandina hin xebatên lêkolînî yên girîng û amadekirina lîsteyên bîbliyografîk bi awayekî sîstematîk mijarên bingehîn ên gotarê ne. Biwarên ku lîsteyên wan hatine amadekirin ev in: Nusxe û çapên Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên lêkolînê yên li ser Mela, şerhên Dîwana Melayê Cizîrî, tezên zanîngehan, meqale û ansîklopediyên akademik, teblîxên sempozyum û konferansan û nivîsarên kovarên populer.

Yayınlandığı Kaynak : Mukaddime
  • Yıl : 2017
  • DOI : 10.19059/mukaddime.364334
  • Cilt : 8
  • ISSN : 1309-6087
  • Sayı : 17
  • Sayfa Aralığı : 171-199
  • IO Kayıt No : 61931
  • Yayıncı : Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları