Merhaba Misafir

Peywendiya Mîr û Mela di çarçoveya patronaja edebî de

PDF

Di vê gotarê de peywendiya Melayê Cizîrî û Mîrê Cizîra Botan di çarçoveya patronaja edebî de tê vekolîn. Ji bo vê mebestê piştî ku taybetmendiyên patronaja edebî û nasnameya patronê Melayê Cizîrî tê ronkirin bi rêya helbestên wî peywendiya wî ya digel Mîrê Cizîra Botan tê berçavkirin. Di encamê de di vê gotarê de tê nîşandan ku Melayê Cizîrî bi çendîn helbestên xwe pesnê hêz, desthilat û comerdiya mîrên Cizîra Botan daye û wek helbestvanekî serayê hunera xwe xistiye bin xizmeta mîran û di beramber vê de jî ji aliyê wan ve hatiye padaştkirin. Ji ber vê dema şanazî bi hunera helbesta xwe dike di heman demê de xurûra seraya patronê xwe jî temsîl dike û bi vî awayî yekem mînaka patronaja edebî pêşkêş dike di edebiyata kurdî de.

Yayınlandığı Kaynak : Mukaddime
  • Yıl : 2017
  • DOI : 10.19059/mukaddime.345645
  • Cilt : 8
  • ISSN : 1309-6087
  • Sayı : 17
  • Sayfa Aralığı : 153-170
  • IO Kayıt No : 61930
  • Yayıncı : Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları