Merhaba Misafir

Wateyên nîşanên zatê Xwedê di helbesta Cizîrî de

PDF

Dîwana Melayê Cizîrî yek ji şakarên edebiyata Kurdî ya klasîk e ku tê de afirînerîya Melaye Cizîrî diyar dibe ûev yek jî di dareştina wêne û dîmenên balkêş de xuyadike, û bi endizyareke têkuz û bi lihevhatineke siyre di navbera wênen hunerî de bi awayekî weha guncaw ligel hest û ramanên wî. Di vê kurtelêkolînê de, emê li ser çend van sîmbol û amaceyên sofîgerî û ligel watayên wan di helbestên Cizîrî de wek zîvrong(daîre, bazind) çemiyank, ronahî, spîtî û hejmaran rawestin. Şêweyên bazinkî, ev şêweyên bazinkî li nik sofîgeran nîşana hazirbûna Xweda ye, ji ber ku siruşta bazin ku mirov nikare ne xala destpêkê û ne xala dawiyê tê de destnîşan bike. Zîverk li nik Cizîrî weha di wêneyên wî de ku zîvirandina van belayan diyar dike yên ku di çerxa felekê de têne serê mirov li ser vê erdê, bi rojê ya ku dikarî bi gera xwe ya girover belayan bêne ser mirovan. Çemiyank û kevank: Cizîrî gelek şêweyên çemiyank û kevankan di nav wêneyên xwe de bikar anîne.Bo nimûne, wêneyên birhên dîlbera xwe ku carinan wek heyva kivankî dibîne, û carinan wek minbera binûnê. Ronahî û tarîtî û reng: Ronahî yek ji navên Yezdanê bilindgah e. Ronahî her hebûn e, û kilîta zanînê ye. Cizîrî di helbestên xwe de felsefa pêwendiyên ronahiyê bi madde re diyar dike, têde ji rêbuwar dixwaze xwe ji maddeya çirr a cesteyî rizgar bike, ku dapoşîn û perde ji ser bête avêtin û giyanê pakij ronakbar bibe, û ji şeraba evîndariyê vexwin ku pê pakij bibin. Jimareya “yek”ê di wateya hevgirtin û yekgirtinê de: Cizîrî helbestên xwe ji felsefa yekbûna reha zengîn dikir, ku nefi ya dulayeniyê navbera Xwedê û xelkê de dikir. Cizîrî weha dibînê ku Xwedê xala navendî ye ji hemî bûneweran re, her ew jî binereta gerdunê ye û dahênerê wê ye, her ji wî û ji karê wî hemû tişt jê derdikevê û şitil didê.

Yayınlandığı Kaynak : Mukaddime
  • Yıl : 2017
  • DOI : 10.19059/mukaddime.334918
  • Cilt : 8
  • ISSN : 1309-6087
  • Sayı : 17
  • Sayfa Aralığı : 119-131
  • IO Kayıt No : 61927
  • Yayıncı : Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları